VOA VOA

Voice of America

← Back to Direct feed

Mayîn û Wêranî Vegera Derbiderên Girê Sipî Asteng Dikin

16 Sep 2026, 22:37 GMT By Dengê Amerîka
Download metadata bundle
VOA logo
Article Mayîn û Wêranî Vegera Derbiderên Girê Sipî Asteng Dikin
Dîmenek mayîneke li gundekî derdora herema Girê Sipî
Credit: Dengê Amerîka

Bermahîyên şer, mayîn û wêranbûna malan hîn jî li pêş vegera malbatên Kurd ên ku ji herêma Girê Sipî ya Sûrîyê derbider bûne, wek astengîyên herî mezîn di rojeva welatîyên wê heremê de, ne. Gelek malbat dibêjin tevî ku piştî salan gihîştine nêzî gundên xwe, ew jiber metirsîyên ewlehîyê û wêranbûna malan nikarin vegerin. Şervan Hacî, ciwanekî 21 salî yê Kurd e, û piştî bi salan ew cara yekê dikare nêzî gundê ku lê ji dayîk bûye bibe. Lê Şervan ditirse vegere mala xwe. Ew ji dûr ve wêneyên kavilên mala xwe dikişîne da ku ji malbata xwe re bişîne. Şervan dibêje: “Min li vir gavên xwe yên yekem avêtin, me li wir dilîst û di bin wan daran de erka xwe ya dibistanê dikir.” Lê Şervan balê dikşîne ku ew niha nikare têkeve hindir û nava mala xwe bibîne, “ Jiber ku her der mayîn in. Darê me hene, lê Hemû hişk bûne jiber ku em nikarin avê bidin wan,” ew dibêje. Niştecihên dehan gundên Kurd ên li derdora Girê Sipî dibêjin ku ew hîn jî nikarin vegerin mal û zevîyên xwe. Derbider ji karbidestan dixwazin ku mayîn û bermahîyên şer werin paqijkirin û şertên vegera ewle werin amadekirin. Silêman Dawûd di salên şer de zêdetirî sê caran derbider bûye, herî dawî li gundekî nêzî gundê xwe bi cih bûye. Silêman ji alîyên peywendîdar daxwaz dike ku gundên wan ji mayînan paqij bikin û rê bidin wan ku vegerin ser milkên xwe. Mayîn Bûne Astengî li Ber Vegera Derbiderên Girê Sipî Xeterîya mayîn û bermahîyên şer tenê bi Girê Sipî re sînordar nîne. Li gorî Dezgeha Neteweyên Yekbûyî ya Çalakîyên li Dijî Mayînan, UNMAS, zêdetirî 15.4 milyon kes li Sûrîyê — zêdetirî 65 ji % yê nifûsa welêt —rûbirûyê xeterîya mayîn û bermahîyên teqemenîyanin. UNMAS dibêje ev xeterê vegera derbideran, çandinî û jinûve avakirina binesazî û malan bi awayekî berbiçav asteng dike. Lê bermahîyên şer ne astengîya tekane ye. Di gelek gundan de bi dehan mal hatine wêrankirin. Cesîm Hemed, ku niha li bajarê Kobanîyê dimîne, dibêje: “Êdî ti banek nemaye ku me bihewîne.” Fatîma Hisên ji Komîteya Vegerandina Koçberên Girê Sipî dibêje komîte bi alêyên ewlehî, leşkerî û karbidestên peywendîdar re di nava têkilîyan de ye, da ku vegera malbatan were çareserkirin. “Em hewl didin bi alîyên peywendîdar re têkilîyê deynin, lê em tenê sozên vala werdigrên,” ew dibêje. Li gor pêzanînên nefermî yên heman Komîteyê, zêdetirî 50 hezar Kurdên ji herêma Girê Sipî derbider bûne û niha ew bi piranî li Kobanîyê û herêmên Cizîrê dimînin. Dengê Amerîka nikarî vê jimarê bi awayekî serbixwe piştrast bike. Li seranserê Sûrîyê, UNHCR dibêje nêzî 5.5 mîlyon kes hîn jî di nava welat de derbider in. Herwiha NY dibêje wêranbûna malan, kêmbûna xizmetên bingehîn û pirsgirêkên milk û ewlehîyê hîn jî li pêş vegera domdar astengîyên herî mezin in. Jibo Şervan, veger tenê vegera malekê nîne. Ew hêvî dike ku rojekê malbata wî dîsa li gundê xwe were cem hev. Ew dibêje ger vegere, ewê dîsa daran biçîne û bi bira û xizmên xwe re li cihê ku wî zaroktîya xwe lê derbas kiriye, bijî. Ridwan Bêzar, di amadekirina vê raportê de beşdar bû.